Beriya ku agirbest biqede, alî zextê zêde dikin

Beriya ku agirbest biqede, rageşiya navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê car din zêde bû. Fiyatên petrolê zêde bûn, alî gef û hemleyên xwe yên beramber zêde dikin.

Li Rojhilata Navîn beriya ku agirbesta du hefteyî ya navbera DYE û Îranê bi dawî bibe, rageşî bi lez zêde dibe. Hewldanên dîplomatîk didomin, geşedanên li qadê nîşan didin ku xeteriya şer car din zêde bûye.

GELO ÎRAN WÊ BIÇE ÎSLAMABADÊ?

Serokê DYE’yê Donald Trump ragihand ku ji bo muzakereyên bi Îranê re car din bide destpêkirin, wê şandeyek bê şandina paytexta Pakistan Îslamabadê. Hat diyarkirin ku Alîkarê Serok JD Vance wê pêşengiyê ji şandeyê re bike. Lê belê tê gotin, rêveberiya Tehran nafikire ku tevlî van hevdîtinan bibe.

Li aliyê din rageşiyê bandor li qada aborî jî kir. Fiyatên petrolê zêde bûn.

DYE’yê li Kendava Ûmmanê keştiyeke kargoyê ya Îranê desteser kir, vê yekê krîz hîn kûrtir kir. Washington îdîa kir ku keştiyê dorpêça behrê binpê kiriye, Tehranê jî ev mudaxile weke “korsantî” bi nav kir û ragihand ku ew ê demek nêz bersiv bide.

LI ÎSLAMABADÊ BERIYA HEVDÎTINÊ, LIV Û TEVGER HEYE

Li herêmê tedbîrên ewlehiyê jî tên zêdekirin. Li Îslamabadê beriya hevdîtinên muhtemel tedbîrên ewlehiyê yên berfireh, tên girtin; rê tên girtin û yekîneyên çekdar li nuqteyên krîtîk hatin bicihkirin.

JI SPANYAYÊ HEMLEYEKE NÛ

Li eniya dîplomatîk jî rageşiyên nû hene. Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez ragihand ku ew ê ji Yekîtiya Ewropa bixwazin ku peymana hevkariyê ya bi Îsraîlê re, rawestînin. Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar nerazîbûnek tund nîşanî vê yekê da.

ÎSRAÎLÊ GEF LI LUBNANÊ XWAR

Li eniya Îsraîl jî tona leşkerî bilind dibe. Wezîrê Parastinê Israel Katz ragihand ku li Lubnanê eger gefek were xwarin, ew ê bi hemû hêza xwe bersiv bidin. Artêşa Îsraîlê ragihand ku li başûrê Lubnanê leşkerekî wan jiyana xwe ji dest da.